Fraksiyonên Kurdistanê wê besdarî civîna Parlamentoya Iraqê bibin
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê derbarê daxwazên xwepêşanderan de civînekî pêk tîne û parlamenterekî kurd jî behsa beşdarbûna fraksiyonên Kurdistanê dike.
Biryar e îro Duşemê (28.10.2019) saet 13:00ê piştî nîvro bo gotûbêjkirina daxwazên xwepêşanderan û biryarên encûmena wezîrên Iraqê yên çaksaziyê civîna parlamentoyê pêk bê.
Endamê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Heydar Barzanî ragihand, ku fraksiyonên Kurdistanê beşdarî wê civînê dibin.
Biryarbû roja 26.10.2019ê Parlamentoya Iraqê bo gotûbêj kirina heman babetê bicive, lê ji ber rêkneketina aliyên siyasî û beşdarnebûna parlamenteran civîn pêk nehat.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwepêşandanên Bexda û bajarên din ên Iraqê nêzîkî mehekî ye des tpê kiribû û xwepêşander daxwaza çaksaziyê û dabînkirina xizmetê dikin. Ji ber bikarhatina tundiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê û beşek ji xwepêşanderan heya naha li gor amarên fermî 224 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin