Washington Post | HSD: Em hewil didin bi Moskow û Samê re lihev bikin
PeymaKurd - Feramandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku piştî biryara vekişîna Amerîkayê, ew hewl didin bi hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê ra lihev bikin.
Mazlûm Kobanî ji rojnameya The Washington Post a Amerîkî re diyar kir, piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji rojhilatê Çemê Firatê ew ji bo valahiya herêmî tijî bikin hewl didin bi Moskow û Şamê re lihev bikin.
Kabanî daxuyakirin, beriya Trump biryarê bide bi çend rojan hêzên Amerîkî ji wan re gotine ew dê li herêmê bin û wan çaverêyî biryara Trump nedikir.
Fermandarê HSDê herwiha destnîşan kiriye ku Nûnerê Amerîka yê Taybet li Sûriyê James Jefrrey jî hatiye herêmê û ji wan re gotiye, heta şerê DAIŞê û krîza Sûriyê bi dawî nebe Amerîka ji Sûriyê venakişe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin