Rusya: Kievê, hewila êrîsa Moskowê da
PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku Ukraynayê hewil daye bi balafireke bêmirov êrîşî tesîsên li paytext Moskowê bike.
Di daxuyaniya xwe de hat gotin ku "Bi dema Moskowê saet di 04:00an de hewildana rejîma Kievê ya ku bi balafirên bêmirov êrîşî ser tesîsên Moskowê bike, hatin astengkirin.
Hat diyarkirin ku balafireke bêmirov a ku ber bi bajarê Moskowê difiriya, li qada asîmanî ya navçeya Stupino ya herêma Moskowê ji aliyê hêzên parastina asîmanî ve hat tesbîtkirin, hat ragihandin ku ev balafir bi amûrên şerê elektronîk ên radyoyê hatiye girtin.
Li gorî hat ragihandin, balafira bêmirov a ku kontrola xwe ji dest da, ketiye nav zeviyeke vala û xisareke canî û ziyan çênebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin