Rusya: Êrîsa li dijî Moskowê, hat astengkirin

11 August 2023 17:00 0 dîtin
Rusya: Êrîsa li dijî Moskowê, hat astengkirin

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku hêzên Ukraynayê hewil daye bi balafireke bêmirov êrîşî Moskowê bike.

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin “Di encama êrîşa terorîstî ya astengkirî de tu ziyanên canî û malî çênebûn."

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin jî di derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got,

"Di encama operasyona pergalên parastina asîmanî de balafir hat jinavbirin. Li Karamyşevskaya parçeyên balafira bêmirov ketin. Li herêma Naberjnayayê, tu kes birîndar nebû, ziyanên madî çênebûn, tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê ne û kar dikin."

Her wiha di dîmenên li ser hesabên medyaya civakî de jî hat dîtin ku li qada daristanê ya li nêzî Nexweşxaneya Bajêr a Hejmar 67, bermahiyên balafirê ketine û dûman bilind bûye.