HDPê, dîmenên dilsoziya Aksener û Îmamoglu nirxandin
PeyamaKurd- Dîmenên hembêzkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku bûn sedema hin nîqaşan, ji aliyê rayedarên HDPê ve jî hatin nirxandin.
Hevserokê Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê ya HDPê Tayip Temel, li ser mijarê axivî û nêrîna partiya xwe bi vî awayî anî zimên:
"Partiya me aciz nabe ku Akşener û Îmamoglû wêneyên samîmî bidin. Ji ber ku neheqiyeke mezin li Ekrem Îmamoglû tê kirin, kî li cem wî cih bigire û kî li cem wî be, ew teştekî rast dike.”
Tayip Temel, di derbarê nerînên siyasî yên aliyan de jî got,
“Biryara di derbarê Îmamoglû de berê li ser partiya me dihat pêkanîn, niha derbasî beşên din dibe. Ji bo vê jî beşdarbûna Akşener a li mitînga Stenbolê me bêzar nake, xwedîderketin helwesteke ku divê her kes li ber xwe bide. Lê belê, mijara ku Akşener ji vê yekê dixwaze çi ye, nakokî ye. Di vê derê de çi tê armanckirin û çi peyama bi vî wêneyê xwedîderketinê tê dayîn, divê ji raya giştî re bê hiştin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin