Aksener: Em li gel HDPê li ser maseyekê rûnanin

05 April 2022 12:31 0 dîtin
Aksener: Em li gel HDPê li ser maseyekê rûnanin

PeyamaKurd Seroka IYI Partiyê Meral Akşener li ser rojeva siyasî helwesta partiya xwe eşkere kir û got: “Em li gel HDPê li ser maseyekê rûnanin, ji xwe HDP jî vê naxwaze.”

Meral Akşener di bernameyek televizyonî de qala Tifaqên hilbijartina kir û got: “Derdême ne ew e kî bibe berbijêrê serokkomariyê, derdê me ew e ku em vê sistema ku îro heyî biguherînin.”

Akşenerê li ser pirseke di derbarê hevkariya HDPê de jî got: “Min biryar dabû ku ez bersiva van pirsan nedim. Tiştek gelek xerîb heye, Tifaqa Cumhur li gora xwe hewl dide partiya me terbiye bike, îdia dike ku em li gel HDPê tevdigerin. Hinek me bi zimanek lewitî tawanbar dikin û dibêjin ku, qey em li dijî Kurda ne û bi vê yekê zimanê xwe dilewitînin. Ez gelek bi zelalî dibêjim, em li gel HDPê li ser maseyekê rûneniştîne. HDP jî vê dibêje. Eger HDP li ser wê maseyî hebe, em rûnanin. Ez vekirî dibêjim, eger hinek bêjin em qêra bidin HDPê û IYI Partiyê bixin rewşek xerab de û ji aliyek din heqaretê li birayên me yên Kurd bikin, nabe. Ev dilê min diêşîne.”