Mithat Sancar: Hewldana girtina HDPê beyhude ye, em nexserêyekê amade dikin
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, ragihand ku ew ê li dijî hewldanên girtina partiya xwe, nexşerêyekê diyar bikin û heta dawiyê hebûna HDPê biparêzin.
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta diyarkirina nexşerêyekê li hember proseya girtina HDPê ku ji aliyê serdozgeriyê ve hatiye destpê kirin, li oteleke Enqerê civînek li dar xist.
Hevserokê HDPê Mithat Sancar berî civînê got: “Hewldana girtina HDPê beyhude ye. Ji ber ku HDP ne avahiyeke. HDP fikir û ramaneke bihêze. HDP pêşeroja vî welatiye. Ji ber vê yekê HDP nayê girtin. Emê li dijî hemû rîşan HDPê biparêzin. Teqez em ê HDPê bidin jiyîn. Bila her kes baş zanibe û li gorî vê yekê hesabên xwe bikin. Ji ber ku HDP gele. Wê berxwedan û biryardariya me ji bo wan bibe dert.”
Sancar ragihand, “Em ê îro hemû derfet û îhtîmalên heyî nîqaş bikin. Piştre jî emê nexşerêya xwe diyar bikin. Rêya me rêya demokrasî, azadî, nan, kar, wekhevî û aştiyê ye. Îro gelek derfet di destên me de hene. Piştî ku me nexşerêya xwe diyar kir, emê bi gelên xwe re bên cem hev. Di hefteya pêş me de emê li Mêrdînê civîna xwe ya herêmê çêbikin. Em ê hemû pêkhatiyan guhdar bikin û li gorî wê biçin encamekê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin