Sancar: AYM bi biryara girtina HDPê re wê biryara girtina xwe jî bide!
PeyamaKurd - Hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan, li ser biryara pejirandina doznameya girtina HDPê ji aliyê Dadgeha Destûra Tirkiyê (AYM) ve, li Navenda Giştî ya HDPê ya Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Sancar got, “Gel parêzerê vê dozê ye û HDP dê vê planê betal bike.”
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li navenda giştî ya partiyê ya li Enqerê derbarê biryara qebûlkirina doznameya girtinê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve kongreyeke rojnamevanî encam dan.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar got, dozgerê vê doznameyê deshilatdariya siyasî ye û dozname li navenda MHPê hatiye amadekirin ku wan hêvî dikir, AYM vê dozê qebûl neke, lê ew ê wekî heta dawiyê parastina xwe li hember darazê jî bikin.
Sancar diyar kir ku wê HDP di serî de ji aliyê gelê Kurd ve bê parastin û têkelî têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê bibe.
Mithat Sancar li ser îhtimala girtina HDPê jî da zanîn ku ew dê di têkoşîna xwe ya demokratîk û siyasî de bi biryar bin û têkoşînê mezintir bikin û got, “Heger AYM biryara girtinê bide, wê di heman demê de biryara girtina xwe bide. Em bi biryarin emê heta dawiyê HDPê biparêzin û bidin jiyandin.”
Sancar herwiha got, bi biryareke dadgehê û proseya darizandinê, nikarin rê li ber wan bigirin û wan bê bandor bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin