AYM 21ê Hezîranê biryara ser doznameya girtina HDPê dide
PeyamaKurd - Lijneya Giştî ya Dadgeha Destura Bingehîn a Tirkiyê li ser doznameya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye amadekirin, yekem lêkolîna xwe 21ê Hezîranê pêk tîne û biryarê li ser qebûlkirin yan jî redkirina doznameyê dide.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) beriya niha doznameya girtina HDPê ya ji aliyê serdozgeriya darazê ve hatibû şandin, ji ber hebûna kêmasiyan paşve vegerandibû û piştî hinek guherînan li ser doznameyê careke bo AYMê hatibû şandin.
Hat ragihandin ku raportorê hatiye erkdarkirin di derbarê lêkolîna yekem de rapora xwe amade kiriye û pêşkeşî heyeta AYMê kiriye ku wê AYM jî roja 21ê Hezîranê yekem lêkolîna xwe li ser doznameyê bike û birayara qebûlkirinê yan jî redkirina doznameyê bide.
Di doznameya doza girtina HDPê de, ji qedexekirina siyasetê ji zêdetirî 500 rêveberên partiyê bigire heta dest danîna ser hesabên bankê û qutkirina alîkariya xezîneyê jî cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin