Tirkiye bersiva wezîrê Îsraîlê da

20 April 2024 21:18 0 dîtin
Tirkiye bersiva wezîrê Îsraîlê da

PeyamaKurd – Li ser serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye li Îstenbolê kir mêvanê xwe, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yisrael Katz ji bo Erdoğan weha got:

“Recep Tayip Erdoğan, şerm bike.”

Li ser gotina wezîrê karên derve yê Îsraîlê, berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Öncü Keçeli daxwuyanî da û got:

“Kesên ku divê şerm bikin rêvebirên Îsraîlê ne ku nêzî 35 hezar zarok û jinên Fîlîstînê kuştine. Endamên hukumeta Îsraîlê dixwazin rojevê biguhêrin lê ev encam nade.”