Tirkiye bi daxuyaniyekê biryar û daxuyaniyên Komkara Erebî red kir
PeyamaKurd – Tirkiye bi daxuyaniyekê biryar û daxuyaniyên Komkara Erebî yên li ser destwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxwe yên welatên Erebî (Sûriye û Iraq) de red dike.
Wezîrên Karên Derve yên Komkara Erebî di civîna Qahîreyê ya 6ê Îlonê de, biryar dan ku komîteyek bê avakirin û bi vê komîteyê hewlên Tirkiyê yên destwerdana di welatên Erebî de werin şopandin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê piştî vê biryarê daxuyaniyek belav kir û got, ew biryar û daxuyaniyên Komkara Erebî bi tundî red dikin ku Tirkiye careke din bûye armanca tohmet û îdîayên bêbingeh.
Herwiha Wezaretê da zanîn, Tirkiye wê di şerê xwe yê li dijî gefên terorîstî û li dijî ewlekarî û berjewendiyên xwe yên neteweyî di çarçoveya prensîb û bendên yasaya navdewletî de berdewam be.
Di berdewamiyê de eşkere kir, şerê Tirkiyê li hember rêxistinên cudaxwaz, ji bo parastina yekparçeyiya axa welatên cîran û serweriya wan ya siyasî jî girîng e û Tirkiye amade ye bi Komkara Erebî re hevkariyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin