Tirkiye | Cih dan zimanên fîkandinê û çivîkan, lê cih nedan Kurdî
PeyamaKurd – Navendên Perwerdehiya Gel ên Girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ku bi qasî sed zimanên cuda perwerdehiyê didin, tevî ku mamosteyên Kurdî serlêdan kirine jî qet cih nedane zimanê Kurdî.
Li gorî mufredata wan navendên perwerdehiyê ku li hemû bajaran hene, zimanên wekî; Zimanê Çivîkan, zimanê fîkandinê, zimanê Abazî, Boşnakî û Adîgeceyî ku kêm tên zanîn jî hene, lê ti zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî (zazakî) cî nagirin.
Hat ragihandin ku Wezareta Perwerdeya Tirkiyê bi hinceta, ‘Nebûna modula Kurmancî di Qûrsan de’ daxwazî û serlêdanên bo Kurdî qebûl nekirine.
Di rewşên asayî de, dema 12 kes serlêdanê bo zimanekî yan jî beşeke din ku bixwazin bikin qûrs bo wan têne vekirin, lê ji bo Kurdî tevî serlêdanan jî li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê ti qûrsek nehatiye vekirin.
Mamosteyekî Kurd li ser cihnedana Kurdî di qûrsên Navendên Perwerdehiya Gel de, dibêje: “Em dixwazê dikin di demeke kurt de, modulên Kurdî yên qûrsên Kurmancî ku gelek mamoste û hemwelatî dixwazin werin vekirin.”
Hêjayî gotinê ye, tevî ku bêhtirî 25 milyon Kurd li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hene jî zimanê Kurdî di perwerdehiyê de nayê bikaranîn û gelekî kêm derfetên fêrbûna Kurdî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin