Tirkiyê doza kustina Qasikçî betal kir û dosye ji dadgeha Siûdî re sand

07 April 2022 14:58 0 dîtin
Tirkiyê doza kustina Qasikçî betal kir û dosye ji dadgeha Siûdî re sand

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Tirkiyê doza rojnamevanî ji Erebistana Siûdû Cemal Qaşiqçî ku li Bolyozxaneya Siûdî ya Stenbolê bi awayekî hovane hatibû kuştin, li Tirkiyê betal kir û dosyeya dozê bi fermî ji Erebistana Siûdî re şand.

Dadgeha Cezayên Giran a 11emîn li Stenbolê, îro Pêncşemê derbarê doza Cemal Qaşiqçî de civiya û biryar da ku doz ji bo Siûî were veguhastin.

Dadgehê biryar da ku doza Cemal Qaşiqçî bi fermî li Tirkiyê hat girtin.

Cemal Qaşiqçî yê dijberî hikûmeta Siûdî 2yê Cotmeha 2018an li avahiya Konsulxaneya Siûdî ya li bajarê Stenbolê, li gorî zanyariyên belav bûbûn ji aliyê tîmeke ku ji Erebistana Siûdî hatibû ve hatibû kuştin.

Piştî ku Tirkiyê biryar da têkiliyên xwe û rêveberiya Erebistana Siûdî asayî bike, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag jî roja 1ê Nîsanê gotibû ku veguhestina dosyayê ji bo Erebistana Siûdî wê erênî be.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) Agnes Callamard ev biryara Tirkiyê şermezar kir ku berê jî gotibû, “Bi veguhestina dozê Tirkiye dê bi zanebûn dozê bişîne ber destê kesên ku berpirsyarê kuştina Qaşikî ne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Tirkiyê di doza kuştina Cemal Qaşiqçî de 26 tohmetbarên Siûdî dihatin bi awayekî xiyabî dihatin darizandin û cezayê darvekirinê jî li pênc kesan hatibû birîn ku dadgeha Siûdî Îlona 2020an biryar betal kiribû.