Tirkiye hêza xwe ya li Idlîbê xurtir dike

31 August 2018 00:42 0 dîtin
Tirkiye hêza xwe ya li Idlîbê xurtir dike

PeyamaKurd - Konvoya eskerî ya Artêşa Tirkiyeyê wekî teqwiye bo yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê hat şandin.

Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê yên ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê li Hatayê bûn serê sibehê ber bi îstiqameta sînorê Sûriyeyê va hereket kirin.

Hat ragihandin ku wesayîtên ku di nav tevdîrên ewlehiyê de birin ji bo yekîneyên li sînorê Idlîbê wekî teqwiye hatine şandin.

Ji aliyekî din ve hin çavkaniyên eskerî ragihandin ku, hêzên taybet ên Tirkiyê bi wasayîtên eskerî li mefrezeyên li ser sînorê bajarê Idlibê bicih bûne.

Ev şandina hêzê ji aliyê Tirkiyê di demekê de ye, ku artêşa Sûriyê demek e hêza xwe li nêzîkî Idlîbê zêde dike û amadekariya destpêkirina operasyoneke eskerî li dijî Idlîbê dike.