Tirkiye hêza xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde dike

23 September 2019 13:21 0 dîtin
Tirkiye hêza xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde dike

PeyamaKurd - Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan mohlet heta dawiya mehê dabû Amerîka ku daxwazên wan yên derbarê rojhelatê Firatê de bicîh bike, liv û tevgerên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin.

Li gor agahiyan, gelek otombêlên zirîpoş û alavên leşkerî ku ji Baregeha Serbazî ya Rihayê hatine şandin, li beramber Girê Spî ser sînorê Kanîya Xezalan hatin bicîhkirin.

Roja înê jî, gelek otombêl û karmendên tendirustiyê bo Rihayê hatibûn şandin û bêhnvedana hemû karmendên tendirustiyê yên Riha û Mêrdînê heta fermaneke nû hatibû rawestandin.

Tevî Amerîka Tirkiyê di çarçova rêkeftina di navbera wan de çendîn gerên hevbeş li rojhilatê Firatê encam dane, lê roja 18ê vê mehê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan molhet dabû Amerîkayê ku heta du hefteyên din encamekê ji herêma ewle bidest nexin, dê dest bi bicihkirina plana xwe bikin.