Tirkiye ji bajarê Agiriyê 499 koçberan bi balafiran sand Afxanistanê

10 June 2022 23:04 0 dîtin
Tirkiye ji bajarê Agiriyê 499 koçberan bi balafiran sand Afxanistanê

PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê bi sedema koçberên Afxanistanê zêde diçin Tirkiyê û dixwazin di ser Tirkiyê de herin welatên Awrûpayê, di çarçoveya berlêgirtina koçberan de, ji bajarê Agiriyê 499 koçberên Afxanî bi sê balafirên seferên charterê şandin Afxanistanê.

Rêvebiriya koçberan ya bajarê Agiriyê di 9 û 10 ê hezîrana 2022 an de, bi mînîbusan koçberan birin balafirgeha Ahmedê Xanî. Ji balafirgehê wan şandin welatê wan Afxanistanê.

Heya niha Tirkiye ji koçberên Afxanistanê 35 hezar û 423 koçberan şandiye welatê wan.