Tirkiye li Rojava li Dirbêsiyê li navendekî Meclisa Sûriya Demokratîk xist

27 December 2023 00:12 0 dîtin
Tirkiye li Rojava li Dirbêsiyê li navendekî Meclisa Sûriya Demokratîk xist

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê bi balafira bi çek û ya bê ajotvan li Binxetê li navça Dirbêsiyê li navendekî Meclisa Demokratîk ya Sûriyê xist. Êrîş seet li dora 20.00an de bûye. Navend li Dirbêsiyê nêzî firûnekiye.

Artêşa Tirkiyê her weha li Dirbêsiyê bi dronê li xaniyê kesê bi navê Eşref El Kiya xistiye. Nayê zanîn bê di xanî de kes can daye an na.

Sê rojin ku Tirkiyê li Rojava li tesîsên bingehîn dixe, heya niha di êrîşan de 8 kes can dane û 18 kes birîndar bûn e.