Tirkiyê li ser rêya Amûdê-Dirbêsiyê êrîsê otomobîlekî kir: Zarokekî kustin
PeryamaKurd – Drona bêmirov ya artêşa Tirkiyê, li ser rêya Amûdê-Dirbêsiyê, li gundê Buheyrayê êrîşê otomobîlekî kir û di encamê de zarokekî 11 salî yê bi navê Mihemed Eli Kelah jiyana xwe ji dest da û 3 kesên bin birîndar bûn.
Kesên birîndar bûn, navên wan Mahir İsa Kelah (13), Omer Xanim (40) û Ela Cedu Ehmed in. Hat ragihandin ku Omer Xanim li gund mamostetiyê dike. Her sê birîndar li nexweşxana Amûdê tên dermankirin.
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyê SOHR, bûyerê piştrast kir. Lê li gor SOHR ê 2 kes jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin