Tirkiye li ser sînorê Bakur û Rojhilat 114 kîlometreyê din dîwar çêdike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiye di çêkirina dîwarê ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê (Îran) de berdewam e û heta niha 40 kîlometre bidawî bûye.
Tirkiye bi hinceta parastina sînorên ligel Îranê û rêgiriya derbasbûna qaçaxî dîwarê sînor çêdike ku sînorên Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê li xwe digirin. Sînorên navborî 560 kîlometre heye û bajarên Agirî, Îdir, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê li tê de cî digirin.
Parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez daye xuyakirin ku sala borî 40 kîlometre dîwarê ser sînorê navbera Tirkiyê û Îranê hatiye temamkirin û îsal jî hedefa wan çêkirina 114 kîlometreyên mayî ye.
Bilmez gotiye, sala borî ji 64 kîlometre dîwarê di xeta navçeya Bazîd a Agirî û navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê de 40 kîlometreyê wê hatiye çêkirin û îsal jî 24 kîlometreyên din tê çêkirin.
Mehmet Emin Bilmez ji medyayê re da zanîn, piştî Cejna Remezanê çêkirina dîwar ê ji sînorê bajarê Agirî heta Deriyê Sînorî yê Kapikoyê dest pê dike û wiha pê de çû: “Kar û xebat wek 7 qonaxan dê bên meşandin. Dîwarê ku sala borî 40 kîlometre hatibû çêkirin wê îsal têla wê ya pola bê dayîn û rêyên wê bên çêkirin. Li herêmê karê elektrîka kuleyên optîk jî dê destpê bike. Hinek kar jî hene em li benda kompaniyan in û hemû kar bi hatina biharê êdî têne destpêkirin.”
Li gorî daxuyaniya parêzgarê Wanê çêkirina dîwarê ji navçeya Çildêranê heta navçeya Sarayê yên bajarê Wanê ku 90 kîlometre ye jî di meha Gulanê de destpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin