3 Kurdên ji Urmiyê li ser sînorê Rojhilat-Bakur winda bûn: Guman heye dibin asîtê de mabin

14 January 2022 19:52 0 dîtin
3 Kurdên ji Urmiyê li ser sînorê Rojhilat-Bakur winda bûn: Guman heye dibin asîtê de mabin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 3 kasibkarên ji navçeya Mergever a Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ji doh Pêncşemê ve li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê winda bûne û çarenivîsa wan nediyar e.

Hat zanîn 3 kasibkarên Kurd ên bi navên; Eshed Seydanî, Behlûl Seydanî û Barzan Mîhenî ku xizmên hev û xelkê gundê Bavanê yê navçeya Mergewerê ne roja Pêncşemê 13ê Çileya 2022yan xwestine di Geliyê Bênarê re derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin, lê winda bûne û ti agahiyek ji wan nîne.

Çavkaniyên xwecihî ji navçeya Mergever a Umriyê ragihandine ku li cihekî aşît çêbûye û guman heye ku ew li wê derê winda bibin, yan ketibin bin aşîtê.

Piştî windabûna wan kasibkaran gundiyên Bava û xelkê navçeyê dest bi lêgerînê kirine, lê heta niha nehatine dîtin.

Salo borî jî 18yê Çileyê 5 kolberên Kurd ên ji gundê Koranê yê navçeya Soma ya Urmiyê ketibûn bin aşîtê û can dabûn.