Tirkiye: “Sebra me nema lê em bi hevkariya Rûsyayê bawerin”

22 February 2020 23:14 0 dîtin
Tirkiye: “Sebra me nema lê em bi hevkariya Rûsyayê bawerin”

PeyamaKurd- Serokê dayînûsitendinan yê serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun li ser mijara Sûriyê bi taybetî li ser ya Idlibê weha got:

“Sebra me ji mêj de ye nemaye lê em bi hevkariya Rûsyayê bawerin. Lê em ê car din bo parastina xwe ya netewî dev ji lêgerîna rêya parastinê bigerin.”

Altun, li ser mijara axaftina bi rêya telefonê ya navbera serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokê Rûsyayê Putin, di ser hesabê xwe yê twitterê de şiroveyan kir. Altun weha dewam kir:

“Serokkomarê me Erdoğan serokê Rûsyayê bi rêya telefonê axifîn û Erdoğan behsa endîşeyên xwe yên di derbarê Idlibê de kir. Desteka ku Rûsya dide Sûriyê, her diçe krîza mirovî zêde dike. Li ser sînorê xwe, em bi 1 mîlyon koçber re û bi talûka ewlekariya xwe re rû bir û ne. Me li Soçiyê bi Rûsya re peymanekî çêkir û em dixebitin da egerên peymanê bicîh bînin. Em hêvî dikin ku hemû teref sozên xwe bigrin û xebatê bikin da aramiyê çêbikin. Li gel van tiştan jî, em ê bo parastina hêzên xwe, li hemberê her tehdîdê bê tirs rawestin. Bila ti kes me neceribîne.”