Tirkiye | Sewata Îzmîrê gihîst Aydinê: Hewlên vemirandinê didomin

30 June 2024 12:03 0 dîtin
Tirkiye | Sewata Îzmîrê gihîst Aydinê: Hewlên vemirandinê didomin

PeyamaKurd -  Şewata daristanan a ku doh 29ê Hezîranê li 19 deverên cuda yên navçeyên bajarê Îzmîr ê Tirkiyêyê dest pê kiribû qadeke mezin daye ber xwe û gihîştiye heta bajarê Aydinê jî.

Tîmên vemirandina agir bi 11 balafir, 27 helîkopter, 171 otomobîlên agirvemirandinê û 972 karmendan xebatên vemirandina agir dikin. Heta niha li 11 cihan agir hat kontrolkirin û li 5 cihên din berdewam dike.

Ji ber belavbûna agir metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê deverê çêbûye û hin dever hatine tehlîyekirin. Agirê ku bi daristanên navçeyên Çeşme, Menderes, Menemen, Selçuk û Torbaliyê ketiye hê jî berdewam e û hewlên vemirandina agir didomin.

Îro danê sibehê jî hate ragihandin ku agir gihîştiye heta daristanên bajarê Aydinê jî tevî hemû hewlên vemirandinê jî hîn nehatiye kontrolkirin.