Tirkiye û Azerbaycan sibe li hember Îranê dest bi tetbîqateke mezin a leskerî dikin
PeyamaKurd – Piştî ku Îranê li navçeyên sînorê Azerbaycanê dest bi tetbîqateke leşkerî kir, Tirkiye û Azerbaycan jî li navçeya Nexçîwanê li ser sînorê Îranê tetbîqateke hevbeş a leşkerî pêk tînin.
Piştî ku Artêş û Supaya Pasdaran a Îranê di heftiyekê de 2 tetbîqatên serbazî li bakurê parêzgeha Urmiyê û Tewrêzê li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê pêk anîn, Enqere û Bakuyê jî ragihandin, ew dê tetbîqateke leşkerî ya mezin li navçeya Nexciwanê ya li nêzîkî sînorên Îran û Ermenistanê li dar dixin.
Hat ragihandin ku tetbîqata leşkerî ya Tirkiyê-Azerbaycanê bi navê `Biratiya Têkneçûyî`, sibe 5ê Îlonê destpê dike û 3 rojan berdewam dike.
Berpirsa Ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Pinar Kara li ser mijarê daye xuyakirin, tetbîqata leşkerî bi mebesta piştevaniya ji bo artêşa Azerbaycanê dibe û ew dixwazin “hevkarî, dostanî û hevahengiya di navbera hêzên bejayî” yên herdu welatan de pêş bixin û ew dê her tim li gel Azerbaycanê bin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, nakokiyên Îran û Azerbaycanê herî dawî bi aloziya ser mijara ku Îran alîkariya leşkerî dide Ermenistanê dest pê kir û Azerbaycanê jî ligel Tirkiye û Pakistanê tetbîqateke leşkerî li ser sînorên Îranê pêk anî. Piştre desteserkirina çend şofêrên barligiran ên Îranî li Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve ku ber bi Ermenistanê ve diçûn jî nakokiyên herdu welatan zêdetir kirin.
Li aliyê din Fermandarê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê Kiyumers Heyderî di dema tetbîqatê de got, ew hebûna Îsraîlê li welatên navçeyê qebûl nakin û divê ew çekdarên Sûrî yên di şerê Azerbaycan û Ermenistanê de hatin bikaranîn ji Azerbaycanê derkevin.
Wezîrê Navxe yê Îranê Ehmed Vahidi jî ragihandibû, Îsraîl hewl dide pêwendiyên di navbera Azerbaycan û Îranê de têk bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin