Tirkiyê û Rûsyayê daxuyaniya hevpar dan!

24 August 2018 15:02 0 dîtin
Tirkiyê û Rûsyayê daxuyaniya hevpar dan!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu bi hev re civînek pêk anîn û piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan. Çavuşoglu got ku têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê wê her wextî baş bin.

Wezîrê Karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu piştî civînê daxuyaniyek kirin. Wezîrê Karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu got ku têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê wê her wextî baş bin. Ev têkiliyên baş yên di navbera me de dikin ku hinek bidexisin.

Çavuşoglu wiha berdewam kir: “Li ser rewşa şêrr ya li Sûriyê em axivîn. Divê li Sûriyê, li ser agirbesê em bixebitin. Ev gaveke baş e ku komîsyona makezagonê hate sazkirin. Em dixwazin ku di her qadê de pêwendiyên xwe yên bi Rûsyayê re bilind bikin. Serokên me her car têne cem hev. Pêwendiyên me hinekan aciz dikin. Rûsya ji bo me hevkareke stratejîk e.

Piştî civînê, Wezîrê Karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî axivî û got ku em jî dixwazin ku ji bo welatiyên Tirkiyê wîzeyê hinekî hêsan bikin.