Ji Rûsyayê daxuyaniya Idlibê û Tirkiyê

11 April 2019 19:14 0 dîtin
Ji Rûsyayê daxuyaniya Idlibê û Tirkiyê

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna rojnamevanî de derbarê rewşa Idlibê daxuyanî dan.

Zaxarovayê diyar kir ku li herêma Idlibê hê jî milîtanên tundrew êrîşî artêşa Sûriyê dikin û got, “Milîtanên HTŞê hîn dawî li êrîşên xwe neanîne. Kuştina sivîlan û leşkeran berdewam e.”

Zaxarovayê bal kişand ser hevkariya Rûsyayê ya bi Tirkiyê re û da xuyakirin, xebatên wan ên bi aliyê Tirkiyê re bi awayekî kordîne berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye, Rûsya li bendê ye li gorî rêkeftina Soçiyê, Tirkiye milîtanên komên tundrew ji Idlibê derxe, lê heta niha jî ev pêk nehatiye.