Tora Ziman ji bo Kurdî statu xwest

20 February 2020 18:36 0 dîtin
Tora Ziman ji bo Kurdî statu xwest

PeyamaKurd - Tora Ziman û Çanda Kurdî ku li Diyarbekirê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî hatiye avakirin, ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Diyarbekirê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Di daxuyaniya kurmancî ya ku ji aliyê Endamê Tora Ziman Parêzer M. Emîn Aktar ve hat xwendin de, behsa dîroka ragihandina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî ji aliyê UNESCOyê hat kirin û hat xwetin ku zimanê Kurdî bibe xwedî statuyekê.

Aktar got, "Em kurd jî wekî miletekî bindest, ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên netewî, doza azadiya ziman û çanda xwe dikin. Hişmendiya parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî ji Ehmedê Xanî û Xaney Qubadî ve di nav kurdan de heye."

Di berdewama daxuyaniyê de Parêzer Aktar diyar kir, "Îro jî li ser şopa wan kesên nemir em doza azadiya çand û zimanê kurdî dikin. Zimanê me hê jî nebûye xwediyê statûyeke fermî, ji hemû derfetên dewletê bêpar e û gelek astengî li pêşiya zimanê me hene. Lewma jî divê  zimanê me bibe xwediyê statûyeke fermî û hemû kend û kospên li ber zimanê me werin rakirin. Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazên sivîl û demokratîk têbikoşin.’

Aktar, destnîşan kir ku ew weke endamên torê bi bîr û baweriyeke mezin hatine cem hev û wiha axivî:

"Em ê bi vê bîr û baweriyê xebatê xwe bimeşînin. Di vê roja girîng de em bang li hemû kurdên xwenas dikin ku beşdarî vê têkoşîna  parastin û geşkirina çand û zimanê kurdî bibin." Aktar, herî dawî jî got ku dê îşev saet di 21:00an de bi hastaga #herrojkurdi li ser medya civakî rojevek bidine avakirin û bang li hemû kurdên ku medya civakî bi kar tînin kir ku vê hashtagê parve bikin.”

Piştî axaftina Mehmet Emîn Aktar daxuyaniya Tora Ziman û Çanda Kurdî ya bi zaravayê kirmanckî (zazakî) jî ji aliyê aliyê Hidir Karataş ve hat xwendin.