Trump bi peyameke tund gef li Îranê xwar
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand û got: “Balyozxaneya me ya li Bexdayê roja yekşemê rastî êrîşeke mûşekî hat. Ji wan mûşekan sê heb neteqiyane.”
Li gor Trump dide zanîn: “Texmîn bikin ew mûşek ji ku hatine; Îran. Niha guhê me lê ye, li ser êrîşeke din diaxivin û amadehiya êrîşeke din li Iraqê bi ser Amerîkiyan de were kirin dikin.”
Trump diyar dike: “Hinek nesîhetên min ên bi sihet hene bo Îranê; eger yek Amerîkiyek were kuştin, gunehê wî li stûyê Îranê ye. Bila baş bifikirin.”
Herwiha Donald Trump wêneyekî sê mûşekan li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye û diyar kiriye, ew ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û li Bexdayê bi ser Balyozxaneya Amerîkayê de hatine avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin