Trump bo prens Selman: Bandora neyînî li aboriyê dike
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê li welîahd Prens Muhammed Selman ê Erebistana Si’ûdiyê geriya. Trump bo Selman got ku Amerîka di her mijara ewlekarî û îstîqrara Erebistanê de, amade ye ku destekê bide Erebistanê. Trump got ku êrîşên terorî bo ser her 2 tesîsên petrolê yên şîrketa Aramco ya Erebistanê û êrîşên weka wan, bandorên neyînî li aboriya Amerîkayê û aboriya dinyayê dike.
Ji bilî mijara êrîşên ser tesîsên petrolê yên ser Saudi Aramco yê, li ser mijarên duqolî, yên navdewletî û herêmê axifîn.
Îro siet di 4 ê sibê de bi dronan êrîş kiribûn ser tesîsên Aramcoyê û agir bi tesîsan ketibû. Saudi Aramco şîrketa petrolê ya dewleta Erebistanê ye. Di êrîşan de mirî an birîndar tine ne û Erebistan heya niha ti aliyekî sûcdar nekiriye lê Hûsî bi awayeka nivîskî îma kirine ku bûyerê wan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin