Trump bo wezareta karên derve 41 mîlyar dolar pere dixwaze

12 February 2020 02:06 0 dîtin
Trump bo wezareta karên derve 41 mîlyar dolar pere dixwaze

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê budçe ya xwe ya bo sala 2021 ê bi miqdarê 4.8 trîlyon dolarî şand kongreyê û di nava budçeyê de pere bo wezareta karên derve û Ajansa Geşepêdana Navdewletî (USAID) 41 mîlyar dolar pere xwest. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo mesrefên wezaretê yên hundir û derveyê welat yên bo budçeya 2021an, bi awayeka nivîskî ragihand.

Pompeo got ku perê budçeyê dê bo wezaret û ajansa USAID ê bê bikaranîn ku di nav de xebatên dîplomatîk, alîkariya bo welatên wêdeyê behrê, têkoşîna bi terorê re, alîkariyên mirovî yên bo afetên xwezayî û bo reqabeta bi wan neteweyên ku têgihîştina demokrasiyê û azadiyê bi Amerîkayê re parvenakin. Pompeo got budçe wê bo berjewendî û ewlekariya Amerîkayê biparêzin, bo dorpêçan deynin ser welatên wêdetirê behrê, bê bikaranîn û weha dewam kir:

“Em ê bi vê budçeyê ewilî dorê bidin berjewendî, ewlekarî û berjewendiyên aborî yên Amerîkayê. Bo encaman ji mukellefên bacê yên Amerîkayê re peşkeş bikin, em ê berdêlên stratejîk bikin.”