Trump cara yekem çû Hindistanê: Peymana 2,4 milyar dolaran tê îmzekirin

24 February 2020 18:17 0 dîtin
Trump cara yekem çû Hindistanê: Peymana 2,4 milyar dolaran tê îmzekirin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo xurtkirina têkiliyên aborî û leşkerî yekem car serdana Hindistanê kir.

Trump îro 24ê Sibatê li li Balafirgeha Ehmed Abad a Navdewletî ya Hindistanê hat pêşwazîkirin. Wê Trump serdana xwe ya du rojî de, bi serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi re bicive.

Ev serdan di demekê de tê kirin ku, têkiliyên herdu welatan ne zêde xweş in, nemaze ji ber kirîna S-400ên Rûsî.

Çav li rê ye Trump hinek peymanan bi Hindistanê re îmze bike ku peymana balafirên leşkerî yên Amerîkî bi bihayê 2,4 milyar dolaran jî di nav de ye.