Trump: Em difkirin jimara leskerên xwe li Polonyayê zêde bikin

13 June 2019 01:52 0 dîtin
Trump: Em difkirin jimara leskerên xwe li Polonyayê zêde bikin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku ew dixwazin jimara leşkerên xwe yên li Polonyayê 2 hezar zêde bikin û vê mijarê bi Polonya re axifîne. Trump li Ofîsa xwe bi serokkomarê Polonyayê bi Andrzej Duda re, bo çapemeniyê agahiyan ragihandin. Trump got ku ew bi Polonya re xwediyê têkiliyên gelek başin û bi serokkomarê Polonyayê bi Duda re gelek xweş lihev dikin.

Trump ragihand ku wan li ser 2 hezar leşker axifîne da ji Almanya an ji devereka dinê bişînin Polonyayê. Trump got ku hêj pêvajo neqediyaye. Eger lihev bikin wê mijar were cîh.

Li gor agahiyên ku do ketibûn ser çapemeniyê; Polonya dixwaze 32 balafirên F-35 ji Amerîkayê bikire û hem amade ne li Polonyayê baregeheka Amerîkayê bê avakirin. Eger baregeh ava bibe, polonya amade ye ku mesrefa avakirinê 2 mîlyar dolar pere bide Amerîkayê.