Trump: Em êdî nabin cendermeyê Rojhilata Navîn, bila serê DAISê ew bikin…
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî twitterê ragihand ku ew êdî naxwazin bibin cendermeyên Rojhilata Navîn û got, bila Rûsya, Îran, Sûriye û yên din ku ji DAIŞê nefret dikin şerê wan bikin.
Suriye'den çekilme kararına ilişkin atıfta bulunan Trump yaptığı paylaşımda, ABD'nin 'Bölgede jandarma gücü olmak istemediğini' dile getirdi.
Trump got, "Gelo Amerîka dixwaze bêyî ku ew kes wê teqdîr bikin, hema di her rewşê de ji bo parastina wan canê xwe yên hêja bidin û bi trilyon dolaran pere ji bo cendermetiya Rojhlita Navîn xerc bike? Ma em dixwazin heta hetayê li vir bimînin? Êdî dem hatiye yên din jî şer bikin.”
Trump herwiha diyar kir ku Rûsya, Îran, Sûriye û gelekên din ji biryara wî ya bo herêmê ne kêfxweş in û wiha dewam kir: “Ji vekişîna Amerîkayê ne kêfxweş in. Tevî gotinên nûçeyên sexte, êdî neçar in bi DAIŞ û yên din ku ji wan nefret dikin re şer bikin, bêyî me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin