Trump: Ez li kesekî digerim ku astiyê pêk bîne
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtina bi Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî re ji rojnamevanan re got: “Ew (Zelenskî) dixwaze şer bidomîne. Ez li kesekî digerim ku dikare aştiyê pêk bîne.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku li Washingtonê bi Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî re hevdîtin kir, ji Qesra Spî çû Floridayê.
Dema ku Trump ji Qesra Spî derdiket, ji rojnamevanan re got ku Zelenskî aştiyê naxwaze û got,
“Ew dixwaze şer bidomîne. Şer, şer, şer... Ez dixwazim dawî li mirinan bînim.”
Li ser pirsa gelo ew dixwaze Zelenskî dest ji wezîfeya xwe berde yan na, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got: “Ez li kesekî digerim ku dikare aştiyê pêk bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin