Trump: Joe Biden naxwaze rastiyên li ser vîrusa Korona bibîne
PeyamaKurd - Ji ber nêrînên wî yên derbarê şewba vîrusa Korona, Serokê Amerîka Donald Trump, namzetê Partiya Demokrat Joe Biden rexne kir û got, Biden naxwaze rastiyên li ser vîrusa Korona bibîne.
Di preskonferansek li Qesra Spî de Donald Turmp diyar kir, Joe Biden ‘’Naxwaze rastiyên li ser vîrusa Korona bibîne’’ û berdewam kir, ger wan wek wî xwestî serdanên ji Çîn û Ewropa qedexe nekirina, wê bi sed hezaran kesên din ji ber vîrusê can bidana.
Trump desnîşan kir, Joe Biden di şewba vîrusa Korona de ji mala xwe derneketiye û dîyar kir, wê ne bi xweveşartinê, lê bi tedbîran vîrusê têk bibin.
Trump got, ‘‘Yê ez ji Joe re bibêjim ew e, dev ji sîyaseta li ser vîrusa Korona berde. Li vê derê cîhê partîzaniyê tune ye.’’
Wî dîyar kir ku ew hewl didin kesan ji vîrusê xelas bikin û pandemiyê têk bibin. Herwiha got, kesên di vê demê de dixwazin skora sîyasî bi dest bixin hene û ew şerm e.
Joe Biden gotibû ku bo sê mehên pêş divê karanîna maskan mecbûr be û ji zarên pisporan diyar kiribû ku bi wî awayî wê 40,000 kes ji mirina ji vîrusa Korona xelas bibin.
Donald Trump da zanîn ku hemû eyalet ji hev cihê ne û got, ew karanîna maskan pêşnîyaz dikin, lê mecbûr nakin. Wî got, girênedana maskan jî azadiyek e û da zanîn, divê azadiya Amerîkiyan hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin