Rapirsî: Xelkê Amerîkayê, Biden û Trump naxwaze

12 December 2022 16:30 0 dîtin
Rapirsî: Xelkê Amerîkayê, Biden û Trump naxwaze

PeyamaKurd- Li gorî rapirsiya ku li ser hilbijartinan, li seranserê Amerîkayê hatiye kirin, piraniya xelkê Amerîkayê naxwaze Serokê Amerîkayê Joe Biden, car din wekî serok bibîne û piraniya xelkê jî naxweze ku Donald Trump bibe serok.

Televîzyona CNCBC û Lêkolînên Aborî yên All-Americayê, bi rêya rapirsiyekê hilbijartinên 2024an li seranserê Amerîkayê da pirsandin û encamên wê bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî encaman, ji sedî 70yê beşdarên rapirsiyê, naxwazin Serokê Amerîkayê Joe Biden di hilbijartina Serokatiya Amerîkayê ya 2024an de car din bibe namzed.

Her wiha hat eşkerekirin ku ji % 57ê hilbijêrên Partiya Demokrat diyar kirine ku divê rêberê Demokrat Joe Biden, ji bo cara duyem nebe namzed. Hat zanîn ku ev rêje di nav Komariyan de ji % 86 û di nav hilbijêrên ku xwe wekî serbixwe bi nav dikin de jî ji %66 e.

Di agahiyên rapirsiyê de hat dîtin ku rêjeya kesên ku difikirîn Biden erka xwe ya serokdewletiyê pêk tîne di cotmehê de ji % 46 bûye û ev rêje di meha mijdarê de daketiye ji % 41an.

Di encamên ku derketin de piraniya beşdaran bi sedema temen û rewşa tenduristiya wî, nexwestin ku Biden bibe namzed û derket holê ku ji % 61ê beşdaran naxwazin Serokê berê Donald Trump ê ku namzediya xwe ji bo hilbijartinan eşkere kiribû, bibe serok.