Rapirsî: Li Amerîkayê, xelk Trump dixwaze
PeyamaKurd- Di rapirsiyeke li ser hilbijartinên sala 2024an ên Amerîkayê hat kirin de encamê nîşan da ku piraniya xelkê, dixwaze car din Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump bibe serok.
Di rapirsiya ku bi hevkariya USA Today û Ipsosê hat kirin de;
Ji %59ê dengdêrên komarparêz, dixwazin piştî hilbijartina sala 2024an, car din Trump li erka serokatiyê bibînin û ji %41ê wan jî dixwazin berendamekî din bibînin.
Li gorî encamên rapirsiyê, ji %44ê dengdêrên demokrat dixwazin serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden li erka serokatiyê bibînin û ji %56ê wan jî dixwazin di cihê Biden de berendamekî/e ji partiyeke din bibînin.
Bi berdewamî hat eşkerekirin ku ji %82yê komarparêzan wisa difikirin ku dê di hilbijartinên 2024an de Donald Trump bi ser bikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin