Rapirsî: Xelkê Amerîkayê, ji ber tundiyên siyasî bi fikar e
PeyamaKurd- Piştî êrîşa ku li hevjînê Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nanciy Pelosî hat kirin, di rapirsiyên ku tên kirin de hat diyarkirin ku xelkê Amerîkayê ji ber tundiyên siyasî gelek bi fikar e.
Li gorî rapirsiya ku ji aliyê Washington Post-ABCê ve hat kirin, piştî êrîşa li hevjînê Pelosî û hefteya beriya hilbijartinên ku dê li Amerîkayê bên kirin, tundiyên siyasî derketine pêş û hat raihandin ku ji 10 kesan 9 jê, ji ber van tundiyan bi fikar in.
Li ser pirsa; “Hûn li ser xetereya zêdebûna tundiyan a li ser partîzaniyê çiqas bi fikar in?”
Ji % 88ê dengdêran gotine ku em gelek bi fikar in yan jî gotine ku em bi awayekî beşkî xwedî fikar in.
Li ser zêdebûna tundiya partiyan jî ji % 95an gotiye ku em ji zêdebûna tundiyê gelek an beşkî bi fikar in; ji %87ê ji Komarparêzan jî di heman mijarê de xwedî heman fikar in.
Her wiha hat diyarkirin ku ji %31ê beşdaran gotiye ku sedema tundiya li welêt Komarparêz in û ji % 25an jî Partiya Demokrat wekî navnîşana tundiyê nîşan daye. Ji bilî van nêrînên alîgir, ji % 32yan jî ji tundiya heyî herdu partiyan berpirsiyar nîşan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin