Biden: Ji ber Trump Amerîkayê berdêlên giran dan
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya li Kongreya Partiya Demokrat de got ku serokatiya Trump "Amerîkayê berdêlên giran dan."
Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya li Kongreya Partiya Demokrat a ku li bajarê Chicago yê Amerîkayê dest pê kir de Donald Trump sûcdar kir û ji Kamala Harris re piştgirî xwest û wiha gor: “Em ê xebatên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê, girtina esîrên malê û aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn bidomînin.”
Serokê DYAyê Biden di axaftina xwe ya dirêj a roja yekem a Kongreya Partiya Demokrat a li Chicago de bi gotinên tund êrîşî Trump kir û ji dengdêrên Demokrat xwest ku piştgiriyê bidin Harris.
Bidenê ku axaftina xwe ligel dirûşme û pankartên "Em ji te hez dikin, Joe" kir, di piraniya axaftina xwe de behsa serkeftinên serdema xwe kir û diyar kir ku bi Harris re bi ser ketine.
Pesin ji bo Harris
Biden li ser gelek mijarên di derbarê heyama ku bi Harris re xebitî de, destnîşan kir ku Harris di siyaseta derve de pir serfiraz bû û wê berdewam bike.
Biden got, "Harris wê bibe serokeke ku ji hêla rêberên cîhanê ve tê qedr kirin, ji ber ku ew jixwe ew e. Ew ê bibe serokek ku em ê hemî pê serbilind bibin û wê bibe serokek dîrokî ku mohra xwe li paşeroja Amerîkayê bixe." Bi gotinên xwe namzeda serokomariyê ya Demokrat bilind nirxand.
"Trump kir ku Amerîka berdêlên giran bide"
Biden, Siyaseta Navxweyî, Siyaseta Derve û Aboriyê Trump sûcdar kir û anî ziman ku serokatiya Trump di van waran de "Amerîka berdêlên giran da" û ji hilbijêran xwest ku bi vê armancê di 5ê Mijdarê de biçin ser sindoqan.
Biden diyar kir ku Harris wê bibe serokeke pir baş û divê her kes li gorî vê dengê xwe bide berjewendiyên Amerîkayê û wiha got, "Trump difikire ku ew kî ye? Her tim berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên Amerîkayê girtiye."
Ji aliyê din ve Wezîra Derve ya berê ya Amerîkayê Hillary Clinton ku yek ji wan navên ku berê derketibû ser dikê jî di axaftina xwe ya ku tê de daxwaza piştgiriyê ji Harris kiribû, Trump sûcdar kiribû. Clinton amaje bi wê yekê kir ku Trump kesekî ku ji ber gelek tawanan tê dadgehkirin û ne layîqê serokatiyê ye, got ku Demokratan bi hewlên xwe kirin ku Trump bireve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin