Joe Biden: Trump metirsîyeke mezin e ji bo Amerîkayê

01 December 2019 22:56 0 dîtin
Joe Biden: Trump metirsîyeke mezin e ji bo Amerîkayê

PeyamaKurd - Bernamzedê demokratan ji bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê, Joe Biden serokê niha yê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne kir û hebûna Trump li ser deshilatê wekî metirsîyeke mezin Amerîkayê nirxand.

Biden got, “Mayîna Trump li Koşka Spî ji bo cara duyem, dê nasnameya netewî ya Amerîkayê ji binî ve biguhere.”

Joe Biden li ser twitterê got, “Heşt salên bi serokatiya Donald Trump, nasnameya netewî ya Amerîkayê ji binî ve diguhere û nabe em rê bidin ew yek pêk bê.”

Di berdewamê de jî Biden diyar kir, “Trump li gor bernameya rêveberiya xwe dixebite ku xizmeta sermayedaran dikin.”

Joe Biden da xuyakirin ku eşkere ye Trump ji kê re kar dike, wî di berjewendiya kompanyayên mezin de rêjeya bacê kêm kiriye û li hember jî êrîşî alîkariyên xurekê kir, ku taybet bi hejaran e.

Berbijêrê demokratan herwiha Trump weke “kesekî bê rehm û bê dil” bi nav kir û got: “Nabe em rê bidin ti kes li Amerîkayê birçî be.”

Ji bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê yên 3yê Mijdara sala 2020an ji komariyan heta niha tenê Donald Trump berbijêrê hilbijartinan e, lê ji demokratan bi qasî 15 berbijêr hene û hê jî berbijêrê xwe yê sereke diyar nekirine.