Biden: “Trump î’tîbara Amerîkayê kêm kir”

11 July 2019 23:50 0 dîtin
Biden: “Trump î’tîbara Amerîkayê kêm kir”

PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê yê Berê Joe Biden di mijara siyaseta derve ya Amerîka de ji Trump re meydan xwend û got ku Trump di siyaseta derve de î’tîbara Amerîkayê kêm xistiye. Joe Biden bo sala hilbijartina 2020an, di partiya demokratan de berendamê serokkomariya Amerîkayê ye.

Biden, di kampanya xwe ya hilbijartinê de bi berfirehî cî da siyaset derve ya Amerîkayê û Trump rexne kir. Biden got ku siyaseta Trump dike, di warê navdewletî de qedr û qiymeta Amerîkayê ya serpereştiya dinyayê kêm xistiye û zerarê dayê.

Joe Biden di senatoya Amerîkayê de 35 sal xebatê kiriye û behsa bûyerên neyînî yê Trump kir û anî ziman ku Trump ji peymana Parîsê ya hewayî, ji peymana nukleerî ya Îranê, ji peymana bazirganî ya Trans-Pasîfîkê yek alî vekişiyaye û berteka hevkarên Amerîkayê aniye holê û hetta NATO yê tehdîd kiriye û gotiye dê ji NATO yê vekişe.