Trump ji bo bidawîkirina ser nûnerek destnîsan kir
PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ku dê 22yê Çileya 2025 were ser kar, ji niha ve kabîneya xwe ya Koşka Spî diyar dike.
Trump herî dawî bi mebesta bidawîkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê leşkerê xanenişîn Korgeneral Keith Kellogg wekî nûnerê taybet destnîşan kir.
Trump herwiha dubare kir ku ew dê şerê navbera Ukrayna-Rûsyayê di nav 24 demjimêran de bidawî bîne.
Hêjayî gotinê ye, Kellogg beriya niha planeke rûniştina ser maseya danûstandinan pêşkeşî Trump kiribû û cemidandina şer li eniyan pêşniyarî Kîev û Moskowê kiribû. Plana tîma Trump ew e ku herdu aliyan jî bîne ser maseya gotûbêjan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin