Trump mafên serokerkanê berê yên general Mark Milley bi sînor kir
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya DYAyê (Pentagon) ragihand ku ji niha û pê de, dê Milley nikaribe xwe bigihîne agahiyên hesas û tîma ku Miller diparst, wê ji niha û pê de wî neparêze. Piştî karê Miller yê serokerkaniyê qediya, mafê wî hebû ku xwe bigihîne agahiyên hasas yên dewletê.
Li ser mijarê berdevkê Pentagonê Jonh Ullyot bi nivîskî weha ragihand:
“Wezîrê bergiriyê yê DYAyê Pete Hegseth di mijarê de agahiyê daye Miller. Me tîma parastina Miller paşde vekişand. Wê di derbarê xebatên wî yên berê de lêkolîn bênkirin.”
Di wexta Trump de, li ser kuştina fermandarê hêzên Qudsê yê Îranê Qasim Suleymanî ku di 03.01.2020an de hat kuştin û navbera DYA û Îranê gelek nexweş bû, Trump biryarê dabû ku tîmekî parastinê bidin Mark Milley.
Trump, di 27ê Êylûla 2023an de, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandibû ku Milley di meha dawî ya karê xwe yê serokerkaniyê de, bê îznê ji Trump bistîne an kesekî agahdar bike, bi serokerkanê Çînê re hevdîtin kiribû û li ser babatê Trump ew rexne kiribû.
Li gor çapemeniya wê wextê, Trump gotibû ku li pişt Trump hinek karan dike, di derbarê fikrên Trump de agahiyan daye Çînê û Trump gotibû:
“Ev tiştekî wisa berbat bû, berê cezayê vê kiryara Milley mirin bû. Di encama vê tevgera xayîn de, dibû di navbera DYA û Çînê de şer derketa.”
Milley, di Êlûna 2021an de, ji bo komîta xizmetên çekdar ya sanatoya DYA îfade dabû û gotibû di hefteyên dawiyê yên serokatiya Trump de, Trump nafikire ku êrîşê Çînê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin