Trump plana 'Astiya Rojhilata Navîn’ pêsî ji Îsraîlê re eskere dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokê Amerîkayê Donald Trump, plana xwe ya nû ya derbarê ‘Aştiya Rojhilata Navîn’ pêşî ji berpirsên Îsraîlê re eşkere bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û serokê opozîsyonê Benny Gantz, wê 28ê mehê serdana Koşka Spî ya Amerîka dikin û Donald Trump plana xwe ya nû ya derbarê ”Aştiya Rojhilata Navîn” de ji wan re eşkere bike.
Di plana Trump de, çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filîstînê de heye ku Trump dixwaze di demeke kurt de plana xwe bicih bike.
Ajansa Reutersê ragihand, bi sedema ku heta niha serokwezîrê Îsraîlê diyar nebûye, dibe ku plana Trump ji bo demekê dereng bikeve.
Hilbijartinên Îsraîlê 2yê meha Adarê têne kirin ku çav li rêye piştî hilbijartinan hikûmeta nû were avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin