Trump: Wê di nêz de li ser Îranê tistekî bibe
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser rewşa Îranê li ofîsa oval de daxwuyaniyekî da û got:
“Li ser rewşa Îranê tiştek heye, wê di nêz de hinek tişt bibin. Hun ê di nêz de behsa vêya bikin. Hêvî dikim ku em pêre peymana aştiyê bikin. Em ê îznê nedin Îranê ku bibe xwediyê çekên nuklerî. Em ê bi Îranê re çi bikin? Li pêşiya me rojên balkêş hene. Em ê bibînin dê çi bibe û em ketin pêvajoya dawiyê.”
Trump got ku daxwaza wî peymana aştiyê ye lê ya din jî mijarê çareser dike.
Trump di hevpeyvîna xwe ya bi Fox Business Networkê ragihandibû ku nameyekî ji serokê dînî yê Îranê Ayetullah Hamaney re şandiye. Trump gotibû ku di namê de weha gotiye:
“Min bo wan got; ‘Hêvîdarim hun muzakereyan bikin ji ber em bi leşkerî bikevinê, wê tiştekî berbat çêbibe.’ ”
Rayedarên Îranê di her rewşê de dibêjin ku wê di bin zext û zorê de bi DYA re muzakereyan nekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin