Haley: Biryare rûnistina KENY a li ser Îranê Trump birêve bibe
PeyamaKurd - Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ragihand, biryare dawiya vê mehê Serokê Amerîkayê Donald Trump rûniştina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya derbarê Îranê de, serokatiya guftûgo û givaşên ser Îranê birêve bibe.Nikki Haley ji çapemeniyê re ragihand, ew rûniştin dê dawiya vê mehê de pêk bê û dê bi amadebûna serokên welatan ve birêve biçe.
Herwiha got, Amerîka dê serokatiya demî ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bike û armanca wê rûniştinê jî çawaniya givaş û fişarên ser Îranê dibe, ji ber binpê kirin û piştguh kirina Îranê yên derbarê biryarên NYê ye.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê Îran dikare daxwaz bike, di dema rûniştina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya 26.09.2018ê de amade be û gotar jî pêşkeş bike.
Bendewarî hene ku serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di rûniştina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya 25.09.2018ê de beşdariyê bike û gotarekê pêşkeş bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin