KENY di rûnistina girtî de civiya: Dîsa lihevkirinek pêk nehat
PeyamaKurd – Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Robert Wood diyar kir, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve cara 6emîn li hev civiya, careke din nekarî li hev bike.
KENYê li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi civîneke girtî civiya.
Robert Wood piştî hevdîtinê ji çapemeniyê re axivî û got, "Hîn lihevkirinek pêk nehatiye. Li ser parvekirina zanyariyên xwe wî diyar kir, di civînê de mijara rawestandina mirovî di pevçûnan de hatiye gotûbêjkirin, lê hîn jî li ser vê mijarê nêrînên cuda li pêş Encûmenê hene.
Nûnerê Daîmî yê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî Zhang Jung diyar kir, ew bi Îmaratê re li ser "Êrîşên Îsraîlê yên li dijî nexweşxane, kampên penaberan û tesîsên Neteweyên Yekbûyî" lijneya KENYê li hev civiyan.
Zhang ku mirina zêde ji 10 hezar Filistînî li Şerîda Xezzeyê wek "krîzeke însanî" bi nav kir û destnîşan kir, li hemberî vê rewşa xedar divê Konseya NYê bi lezgîn biryarekê bide û agirbesteke însanî pêk bîne.
Nûnera Daîmî ya Îmaratê ya Neteweyên Yekbûyî Lana Nuseybe diyar kir, hemû endamên meclîsê bi giraniya rewşa mirovî ya li qadan dizanin û got, "Haya wan heye ku her ku pevçûn dewam bikin wê rewş xerabtir bibe."
Nuseybe amaje bi wê yekê kir ku ji bo başkirina rewşa mirovî û rawestandina ziyanên canî lihevkirinek giştî heye û got, "Armanca me ya sereke ew e ku jiyana mirovan biparêzin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin