Kabîneya Ser a Îsraîlê dîsa civiya: Nîqasa serbestberdana dîlan tûj bû
PeyamaKurd - Kabîneya şer a Îsraîlê êvara Yekşemê piştî 12 rojan ji bo gotûbêjkirina mijara dîlên di destê Hemasê de yekem car civiya.
Serokwezîr Benjamin Netanyahu di civîna kabîneya şer de, endamên şandeya danûstandinên agirbest û berdana dîlan bi pêkanîna "ragihandinên derewîn" û "tewandina bêhêvîbûnê ya malbatên dîlan de tawanbar kirin.
Netanyahu di civînê de got: "Brîfîngên derewîn ên endamên şandeya danûstandinan tenê ziyanê dide hewlên rizgarkirina dîlan. Ger di nav şandeya danûstandinan de kesek ku ne amade ye biryarên qonaxa siyasî bipejirîne û tenê ji bo ku di medyayê de sernavên nenas û derewîn ên bi mebestên siyasî werbigire hebe, bila ne li vir be."
Di destpêka vê mehê de, endamên şandeya danûstandinan ragihandibûn ku fersendên lihevkirina serbestberdana dîlan gelek caran ji dest hatine dayÎn û ew di wê baweriyê de ne ku ew ji hêla ofîsa serokwezîr ve hatine paşguh kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin