Trump: Yan dê dewleta kûr Amerîkayê hilwesîne yan jî…

27 March 2023 13:30 0 dîtin
Trump: Yan dê dewleta kûr Amerîkayê hilwesîne yan jî…

PeyamaKurd- Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump ê ku xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024an amade dike, mîtînga xwe ya mezin a yekem li Teksasê li dar xist. 

Donald Trump, di mîtînga xwe de axivî û bal kişand ser hilbijartinên sala 2024an û wekî "şerê dawî" bi nav kir û got, "Ya dewleta kûr dê Amerîkayê hilweşîne yan jî em ê dewleta kûr hilweşînin." 

Trump, hevrikê xwe yê Komarparêz ê Parêzgarê Florida Ron DeSantis şermezar kir. Trump, di mîtînga xwe ya fermî ya kampanyayê de li bajarê Waco, Trump hilbijartinên 2024an wekî "şerê dawî" bi nav kir û got ku ew ê ji heqê sûcên li dijî wî tên kirin, derkeve.

Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên siyaseta derve de Serokê Amerîkayê Joe Biden ji êrîşên Rusyayê yên li ser Ukraynayê tawanbar kir. Trump ragihand ku ew dikare bi Çînê re rû bi rû bimîne û got ku mijarên sereke yên ku divê bên çareserkirin li Washingtonê ye û got, "Ya dewleta kûr dê Amerîka hilweşîne yan jî em ê dewleta kûr hilweşînin.”