TSKê gund û cihên avedanî yên Garê û Qendîlê bombebaran kirin!

27 September 2019 13:55 0 dîtin
TSKê gund û cihên avedanî yên Garê û Qendîlê bombebaran kirin!

PeyamaKurd - Hêzên Artêşa Tirkiyê (TSK) li ser bombebarana binke û baregehên PKKê li navçeyên sînorî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê berdewam in û êvariya pêncşemê balafirên şer ên wî welatî quntara çiyayê Qendîlê li parêzgeha Silêmaniyê û herwiha çiyayê Gare li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Êvariya duh pêncşemê derdora saet 17:00an du balafirên şer ên Tirkiyê, bi dijwarî çend gundên li quntara çiyayê Qendîlê li sînorê bajakê Jarawe ya ser bi qezaya Pişderê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên berdest, balafirên Tirkiyê sînorê her sê gundên Zêwke, Dole Xire û Kewne Şêniya dane ber bombeyan.

'BOMBE LI NAV GUNDAN Û CIHÊN AVEDAN KETIN'

Qayimeqamê Qezaya Pişderê, Bekir Bayîz ragihand, şeva bihorî Zêwke û êvara pêncşemiyê jî du gundên din hatine bombebaankirin. Bekir Bayîz herwiha piştrast kir, ku “bombe li nav gundan û cihên avedan ketine.”

Qayimeqamê Qezaya Pişderê herwiha da xuyakirin: “Zêwke, Dole Xire û Kone Şêniya ji demjimêr 17:00an ve bi dijwarî hatine bombebarankirin û xelk gelek tirsiyane.”

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di wê êrîşê de 2 kes ji hêzên taybetên PKKê canê xwe ji dest dane. PKKê derbarê van êrîşan de ti daxuyanî nedaye û kuştina 2 kes ji endamên hêzên xwe yên taybet red an piştrast nekiriye.