Ukraynayê, gundekî Donetskê rizgar kir
PeyamaKurd- Cîgira Wezîrê Parastina Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku artêşa Ukraynayê gundê Urojayneyê yê herêma Donetskê rizgar kir.
Anna Malyar di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku leşkerên Ukraynayê li rojhilatê welêt serkeftin bi dest xistiye.
Malyar got, "Urojayne hat rizgarkirin. Leşkerên me çeperên xwe xurt dikin. Çalakiyên êrîşê dewam dikin."
Serfermandarê Giştî yê Ukraynayê jî ragihand ku artêşa Rusyayê hewil da çeperên ku di roja dawîn da li gundê Urojayneyê ji dest dabûn paşde bigire, lê bi ser neket.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de leşkerên Rusyayê 42 moşek û 56 êrîşên asîmanî li ser xaka Ukraynayê pêk hanine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin